Bê taym, bê tamî dekat!

By shiwan

Bergî yekemî govarêkî îsraylî benawî ( Time Out , bêkat, bê taym, lederewey kat) lejimarey taybetî xoyda ke bo hawregezbazan terxanî kird bû, wek komênt bo şoxî em dêreyan leser uwêney jimareyekî zor mslman lekatî nuwêjdan, nûsîwe:
Hereşeyek debînî, helêkî çake, qelaniyan kirduwe, pêt çone boyan pêwe binêyîn!*
You see here a threat, we see here an opportunity

Narezayetî rêkxirawekanî mafî mirov u hawregezbazanî cûleke u felestînî, lêkewtewe:
ewe regezperstî u dij beyeksaniye! bas lekam hel deken?! helî ewey mslman u aynekeyan bigên!? tenha leber ewey behereşeyan dezanin, lekatî nuwêjda, lepiştewe cenceriyan lêbiden!?

sernûserî govar pozşnamey bo hemû ewane hênayewe ke hestiyan be sûkayetî kirduwe, mebest lew dîre eweye: galtekirdin bew heluîste nabecêiyeye, ke ta iêsta leberanber îslam u hawregezbazanda heye! sepirayse, katêk ewey lay iême bo pêkenînî u su’bete, xelkî ke, ture dekat!

Kesanî dî, wa bo deçn, ew kardaneyewe lehzrî pîlan- mwamerewe hatuwe, ke hemîşe cûleke u rojawayiyekan ledijî aynî îslam deygêrn. bepêçewanewe raste, le rojeelatî nawerastda, tenha îsrayl mafî behawregezbazan dawe, beazadî heldesûrên.

Hî waş heye, becorêkî tir lêkîdedatewe؛ raste ew berge bo şoxiye, belam , dujmn gayn, corêke lesukayetî, qabîlî qbûl niye! herwek ew lêkdanewe heleye bû, ke leberanber uwêne karîkatêriyekanî pêxemberî mslmanan le danîmark, ruwîda u cencalêkî beduway xoda hêna!
Berencam lem rûdawe u hawşêwekanî, aya bexatirî nerûşanî hestî flan u fîsar girûp, pêwîst dekat mîdiya u dahêneranî îstatîka kontirolî xudî xoyan biken? ger kirdiyan, hzrî dktatorî zal nabêt? aya xizmet beazadî bîrura dekat? 2009.6.22

———-
* Debînin wergêraneke dequdeq niye, teşbiye nebêt, wek edebiyatî hetîbazanim lêkirduwe.

Têkstî beyaninamey narezayetiyeke

Bînînî govareke

Heman têkst be pîtî Kurdî: بێ تایم، بێ تامی دەکات

Jätä kommentti