Bo rîform le Îslamda, çî bikirêt?

By shiwan

Feylesufî ferensî, pawla rîkor Pawl Ricoewr ( ١٩١٣ – ٢٠٠٥) delêt: dlniyam îslam lew qeyrane derbaz debêt u rêgay roşnger, lîbûrdeyî u danan be ayînekanî tirda degirêteber, wek çon ayînî kirîstanî zor lemêje ewey kirduwe, degate rafey jîrane bo cîhan u deqekan.

Leduway ١١î sptêmberî ٢٠٠٣î emerîkawe, dîdêk çêbuwe, bas le hzrî tundî îslam dekat, teşbiye kirdinî be ayînî kirîstiyanî ke leserdemêkî diyarîkiraw, rûberuwî rîform botewe, tundiyan lêdatekanduwe u uway lêkirawe legel serdemda xoy biguncênêt. jimareyek le bîrmendanî rojawa, dîdiyan uwaye heman yarî legel îslamîşda deguncêt u detwanrêt bikirêt! belam le şewrojêkda ewe bedî nayet.

Boye xwaziyarî ewen ke nehêlrêt tundrewanî lemer xoyan ziyad lepêwîst leberanberiyan buwestinewe, çûnke debête maiyey kardanewe xirap tebirîr dedrête tundrewanî îslamî ke kem nîn u pişîtwanî şeqamiyan heye u ew piroseyeyî destî pêkirawe ger ranegirêt bêguman xaw debêtewe.

Em dîde corêk naroşnî lexoda melas dawe, bewey hênde heye îslam zadgay nawçeyeke, mirov bedestî xoy niye, tûndrew perwerde dekat! em ayîne le psdanîda bo hukmkirdin xulqawe, mêjuwîş eweman pêdelêt, ke hawrêyî giyanî begiyanî hukm buwe, hergîz lêyî ciyanebotewe!

Ewe debêt leberçaw bigîrêt, bo nimûne dîmukirasî leberîtaniya u ferensa u elemaniya beheman şêwe niye, taybetmendî her yekeyan diyare u aşkiraye. kewate nakirêt heman ezmûnî rîformî ewrûpî legel ayînî kirîstanda deqawdeq beser îslamîşda taqî bikirêtewe, yan beheman rêçkeda birwat.

Lem meseleyeda qse leweye, rojawa çî bo rojeelatiyekan betaybetî ewanî rojeelatî nawerast dekat u kirduwe, bo karêkî gewrey rêform le nawçekeda? ta agireke lexo dûr bixenewe?

Ew hengawane çîn ke debête rakêşanî pirdî corawcor bo behêz kirdinî hzrî rîform lenêw xelkî asayîda, becorêkî tir, kam cor piştîwanî heye bo ew girupe yan ew nuxbe lawaze şarstan u skolarey lenaw xudî ew komelgayaneda heye, xerîkî cûlen, u sereteqeyane, ledest ew rewşe qehramêze hatûnete giyan, bedl lehewlî bedesthênanî azadî u kiranewey ziyatirdan…
———-
- : Heman têkst be pîtî Kurdî : بۆ ڕیفۆرم لە ئیسلامدا، چی بکرێت؟

Vastaa